Kurdistan24 jivanê destpêkirina bangeşeya hilbijartinan eşkere dike

Erşîf
Erşîf

Dihok (K24) - Berpirsekî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji K24ê re ragehand, “Li roja 16.09.2024ê, bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike.”

Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Komisyona Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas îro (Pêncşem, 22.08.2024) ragehand, “Li roja 16.09.2024ê bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike û 24 seetan berî dengdanê bidawî tê.”

Li dû xişteyê Komisyonê, dengdana taybet li 18ê Cotmehê tê kirin û dengdana giştî jî li 20ê Cotmehê tê kirin.

Ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, du milyon û 899 hezar û 578 kesan mafê dengdanê heye, ku du milyon û 683 hezar û 618 ji wan dengderên giştî ne û 215 hezar û 960 ji wan jî dengderên taybet in.” 

Ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hezar û 431 bingehên dengdanê amade kirine, ku hezar û 266 ji wan bingehên dengdana giştî ne û 165 ji wan jî bingehên dengdana taybet in.”