Serok Barzanî: Bergirîkirina ji mafên pêkhateyan li cem me pirinsîpeke neguher e

Serok Barzanî û Luis Sako
Serok Barzanî û Luis Sako

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwazya Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê dike û tekezê dike, “Em Kiristiyanan û tevaya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê wekî pareke gelê xwe dibînin û em bi hemî awayan bergiriyê ji mafên wan dikin.”

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 22.08.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê pesna rolê Serok Barzanî kir, ji ber bizavên wî ji bo parastina pêkhateya Kiristiyanan û piştevanîkirina daxwaziyên wan û dana piştrastiyê ji bo gerentîbûna paşeroja wan li Herêma Kurdistanê û Îraqê, herwesa ragehand ku Kiristiyanên derveyê Îraqê û Herêma Kurdistanê jî spasdarên helwesta Serok Baranî ne.

Her di wê hevdîtinê de, zêdebarî bixêrhatina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê û şanda pê re, Serok Barzanî ragehand, “Em Kiristiyanan û tevaya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê wekî pareke gelê xwe dibînin û em bi hemî awayan bergiriyê ji mafên wan dikin û ew li cem me pirinsîpeke neguher e.”

Rewşa siyasî ya Îraqê û rewşa Kerkûkê û çend mijarên din ên girêdayî pêkhateyan jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.