Aydin Marûf: Bexda dixwaze bi neşandina mûçeyan givaştinê bixe ser Herêma Kurdistanê

Aydin Marûf
Aydin Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê Ji bo Karûbarên Pêkhateyan amajeyê dide, “Birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û zelal li Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemî aliyan de ye.” Di derheqa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de jî dibêje, “Bexda dixwaze bi neşandina mûçeyan givaştinê bixe ser Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Herêmê Ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf di hevdîtina derçûyên welatê Tirkiyeyê de di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de ragehand, “Ev 50 roj in ku Hikûmeta Îraqê mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê neşandine û ev jî binpêkirina destûrê Îraqê ye.”

Aydin Marûf herwesa got, “Divê pirsa mûçeyan herdem li derveyê arêşeyên siyasî be, lê mixabin îro arêşeyên siyasî bandor kiriye ser jiyana mûçexuran.”

Navbirî tekez jî kir, “Hikûmeta Îraqê hin armancên siyasî hene û dixwaze bi rêya neşandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê givaştinê bixe ser Herêma Kurdistanê, ev jî di demekê ye ku hemî mûçexuran maf heye di dema diyarkirî de mûçeyên xwe werbigirin.”

Wezîrê Herêmê Ji bo Karûbarên Pêkhateyan daxwazê ji Bexdayê dike ku, bi zûtirîn dem mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bişîne û arêşeyan çare bike û berpirsyarîtiya xwe bi cih bîne.

Aydin Marûf di derheqa Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de jî got, “Tirkmen û pêkhate ji çend maf û postan di Civata parêzgeha Kerkûkê de hatine piştguhxistin, ku ev jî binpêkirina destûrî ye û em bi hemî awayan civîna hotela Reşîdê red dikin.”

Navbirî di pareke din a gotara xwe de behsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir û amaje da, “Tirkmen bi kutayê û bi lîstên cuda tevlî hilbijartinan dibe.” Herwesa got, “Em naxwazin çi alî desttêwerrdanê di pirsa kutayê û Tirkmenan de bikin.”

Wezîrê Herêmê Ji bo Karûbarên Pêkhateyan herwesa hêvî kir piroseya hilbijartinan bi awayekî şefaf li Herêma Kurdistanê bi rê ve biçe, ku ji bo hemî aliyan giring e. Herwesa daxwaz kir ku hemî alî tevlî hilbijartinan bibin.