Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê dike û rêzê ji bo gel û hikûmeta Nemsayê diyar dike, ku alîkar û hevsozên doza gelê Kurdistanê bûne, û daxwaz jî dike ku peywendî û dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê zêdetir pêş bikeve.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 04.08.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Nemsayê li Îraqê Adrea Nasi kir.

Balyozê Nemsayê li Îraqê di wê hevdîtinê de kurtiyek li ser pêşveçûnên navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe xasma di warê akademî û hevpariya zanîngehên her du aliyan û warên aborî û bazirganî de pêşkêş kir.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve rêz ji bo gel û hikûmeta Nemsayê diyar kir, ku alîkar û hevsozên doza gelê Kurdistanê bûne, û daxwaz jî kir ku peywendî û dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Nemsayê zêdetir pêş bikeve.

Her di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Herêmê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û çarekirina arêşeyan hat kirin.

Berdewamiya gefa terorê li ser astê cîhanê û deverê û herwesa rewşa Şingalê û sedemên bicihneanîna lihevkirina Şingalê jî hin tewerên din ên wê rûniştinê bûn.