4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê bi hevkariya medyayî ya Kurdistan24 tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Çaremîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê bi hevkariya medyayî ya Kurdistan24ê di navbera 18-22 Îlonê de tê lidarxistin

Rêvebira Festîvalê Gulîzar Gerdenzerî ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo gera çarem a festîvalê, 7 fîlmên dirêj û 8 fîlmên belgeyî û ji bo kurtefîlman jî 14 fîlm û 9 belgefîlm hatine hilbijartin.

Gerdenzerî amaje bi wê jî kir, festîvala îsal balê dikişîne li ser diyaloga di navbera kulturan de û hevahengiya bi Rûsyayê re.

Herwiha got: “Di çarçoveya danûstendina kulturî de, festîval dê carek din sînemager û temaşevanên sînemayê ji çar aliyên cîhanê bîne cem hev, ji bo numayişkirina sînemaya kurdî.

Diyar kir jî, di festîvalê de ji 12 welatên cîhanê, ji Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Îran, Fransa, Sûriye, Kanada, Hollanda û çend welatên din fîlm beşdar in.

Gerdenzerî da zanîn, festîvalê îsal ronahî xistiye ser fîlmên li ser Êzdiyan û ola dêrîn a Mezopotamyayê. Di afîşa festîvalê de jî perrê tawusê heye ku ji bo gelê Kurd û Êzidiyan semboleke xurt e. Ev jî girîngiya parastin û pêşxistina çanda Kurdî bi rêya sînemayê radixe ber çavan.

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê di sala 2021ê de bi hevkariya medyayî ya Kurdistan24 hat lidarxistin. Herwiha Kurdistan24ê ji bo gera duyem û sêyem a festîvalê jî, alîkariya medyayî kir.

Kurdistan24 dê bi awayekî rast û babetyane û li gor prensîp û berpirsiyariya civakî, îsal jî çalakiyên Çaremîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê romal vediguhêze.