Komeleyek kurdên Enqereyê fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî dike

Enqere (K24) – Li Enqereyê komeleyek taybet bi fêrkirina ziman û çanda kurdî heye. Armanca komeleyê di serî de, pêşxistina zimanê kurdî ye. Hin kurdên Enqereyê beşdarî kursan dibin û fêrî xwendin û nivîsandina bi zaravayên kurmancî û soranî û rêzimana kurdî dibin.

Komeleya Ziman, Çand û Hunera Kurdî li Enqereyê, bê beranber welatiyên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike û hewla parastina ziman û kultura kurdî dide.

Mamoste Emîne Oz ji K24ê re got: “Ez jî xwendekareke vê komeleyê bûm û ez fêrî rêzimana kurdî bûm. Piştre min perwerdehiya mamostetiyê dît û niha jî ez li vir mamostetiyê dikim.”

Fêrxwaz Hemîd Ebdulhemîd dibêje: “Em kurdî di nava malbatê de dizanî, lê di xwendin û nivîsandina min de kêmanî hebû, bi taybet ku dema em perwerdehiya kurdî ya bi fermî nebînin. Em hatin di vê de xwe bipêş bixin.”

Beşek ji kurdên ku mamosteyên zimanê tirkî bûn, niha xaneşîn bûne û dixwazin vê carê di warê mamostetiya bi kurdî de xwe bipêş bixin. Herwiha hinek kurdên Tirkiyeyê heza wan ji fêrbûna zaravayê soranî re heye, heftiyê du caran kursên fêrbûna zaravayê soranî werdigirin. Mamosteyê wan jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Mamosteyê soranî Haşim Reşadet ji K24ê re got: “Hin kes hene ku dixwazin bi dirustî fêrî soranî bibin, ez wan li gorî pirtûkên Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê fêr dikim.”

Fêrxwaz Ak Tûran dibêje: “Ez hinekî soranî zanim, ez demekê li Silêmaniyê mabûm. Gelek hez dikim ku fêrî soranî bibim, min dest pê kiriye û ez ê zimanê xwe bi pêş ve bibim.”

Li gel hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dîsa jî hin kesên ku dixwazin rojê çend demjimêran ji bo fêrbûn û xizmeta zimanê kurdî xerc bikin, hene û nahêlin zimanê kurdî bê jibîrkirin.