CENTCOM: Serkirdeyekî bilind ê rêxistina “Huras El-Dîn” li Sûriyeyê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan serkirdeyekî pilebilind ê rêxistina “Huras El-Dîn” li Sûriyeyê, ku berpirsê êrîşên terorîstî bû, kuşt.

CENTCOM di daxuyaniyekê de ragihand, wan Ebû Ebdulrehman Mekî, ku endamê Encûmena Şêwirmendiyê ya “Huras El-Dîn” e û berpirsê êrîşên terorîstî yên wê rêxistina li Sûriyeyê bû, kuşt.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Kurella got: “Fermandarê CENTCOMê li devera berpirsîyariya xwe, li ser têkbirina mayînde ya terorîstên ku li ser Amerîka, hevalbend û hevkarên wê û aramîya herêmê gef in, berdewam e.”

Diyar kir jî, rêxistina “Huras El-Dîn” hêzeke girêdayî El-Qaîde ye û baregeha wê li Sûriyeyê ye û bi Al-Qaîde re beşdarî êrîşan li dijî berjewendiyên Amerîka û welatên rojava dibe.