36 sal di ser Enfala Badînanê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) –  36 sal di ser Enfala Badînanê re derbas dibin, ku di çarçoveya proseyeke ji berê de hatibû plankirin, zêdetirî 14 hezar kes li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji aliyê rêjîma Beis ve hatin enfalkirin.

Operasyona Enfalê birîneke vekirî û dîrokeke reş a hikûmeta berê ya Iraqê ye ji bo qirkirina xelkê û wêrankirina Kurdistanê, ku rêjîma Beis bi planeke pêşwext kar li ser kiribû, bi awayekî zincîreyî û tund kar li ser qirkirina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê kir, ku di Adara 1987an de dest pê kiribû û heta niha dewam kiribû.

Di 24'ê Tebaxa 1988an de gundê Spîdarî Qed Palî yê Çiyayê Gara rastî êrîşa herî dijwar hat. Roja din 25ê Tebaxa 1988an jî, herêm rastî êrîşa kîmyayî ya herî dijwar hat û nêzîkî pêncî gundî ketin ber vê êrîşê.

Sibeha 25ê Tebaxê, firokeyan şer gundê Birjînê yê navçeya Zawîta, li ser çemê Xabûrê, gundên Hesî, Xerabiye û Yakmala Berwarî bombebaran kirin, gelek kes bûn qurbanî û pez û dewarên gundan hatin qirkirin û bax û zeviyên çandiniyê jî hatin şewitandin.

Enfala Badînanê ku di 25ê Tebaxa 1988an de dest pê kir û di 6ê Îlona 1988an de bi dawî bû, bi dirêjiyahiya sînorê Iraq û Tirkiyeyê û kûrahiya parêzgeha Dihokê û Zaxoyê bû û gund li quntarên zincîre çiyayên (Gara, Matin, Bêxêr, Şîrîn, Pêrs) û gundên derdora Xabûr û Zêyê Mezn ketin ber êrîşan.

Li gorî belgeyên fermî yên rejîma Beis, Feyleqa 5’an a artêşa Iraqê û yekîneyên leşkerî yên wê û hejmarek ketîbeyên din beşdarî jenosîda Badînanê bûne. Operasyona Enfalê li 76 deveran berdewam bû, nêzîkî 700 gund li Zaxo, Şêxan, Amêdî, Akrê, Sêmêl û navçeya navendî ya parêzgeha Dihokê hatin wêrankirin.

Li gorî belgeyan, di serdegirtinê de 13 hezar û 553 kes hatin girtin û windakirin, ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan sivîl ji ber bombebaran, topbaran û êrişên kîmyayî yên li ser çend gundan, ku hejmara qurbaniyan gihîşt 14 hezar û 473 kesan.

Ji wê hejmarê, 3373 jin û 6964 jî zarok in. Herwiha 1500 kes hatin windakirin û 85 hezar kes jî ji gundên xwe hatin derkirin, beşek ji wan li berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Derbiderên ku xwe spartine Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, destpêkê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatin redkirin. Beşek ji wan kesên ku sînorê Tirkiyeyê derbas kirin jî radestî rêjîma Beisê kirin û rê neda rêxistinên mirovî û rojnamevan serdana wan bikin û rastî û hovîtiya rêjîma Baas ji cîhanê re ragihînin. Herî dawî di Gulana 1989an de, ji 3340 welatiyên ku derbasî Tirkiyeyê bûbûn, bi çalakiyeke hevpar ji aliyê zordarên Beis û rayedarên Tirk ve li kampekê hatin jehrîkirin.

Rejimê ne tenê li Badînan Kurd enfal kirin, belkî êrîşî gundiyên Xiristiyan jî kirin. Piştî bombebarankirin, şewitandin û wêrankirina gundên wan, beşek ji niştecihan reviyan, hinek jî hatin girtin û birin navenda komkirina Enfalê li zindana Selamiyê ya Mûsilê. Li gorî agahiyan, 152 kes bi guleyan hatine kuştin ku piraniya wan ji gundê Mezê yê ser bi Sersingê, gundê Kosê yê Doskî, gundê Kanî Balavê yê Barwarî Bala, gundê Baş, gundê Qarû yê Nêrweyîyan û gundê Derkişê yê Amediyê  bûn.

Li Badînanê ji bilî êrîşên leşkerî yên bi piştgiriya hêzên asmanî, top û tank, çekên kîmyayî jî li dijî sivîlan li Badînan hatin bikaranîn. Gelê herêmê bê ferq û cudahiya ol û neteweyî hatin enfalkirin û mizgeft, dêr û perestgehên Êizdiyan ku bi sedan sal bû dîwarê wan bi hev ve bûn, hatin wêrankirin.

Hikûmeta niha ya Iraqê, ku mîratgirê rejîma Beis e, heta niha jî ne amade ye madeya 132 ya destûrê cîbicî bike, ku tê de behsa qerebûkirina qurbanî û kesûkarên qurbaniyên Enfal û tawanên rejîma Beisê dike.