Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a kutleyên Erebî û Tirkmenî yên Civata Parêzgeha Kerkûkê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpar a kutleyên Erebî û Tirkmenî yên Civata Parêzgeha Kerkûkê û hejmareke perlemanter û serkirdeyên siyasî bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 04.08.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke hevpar a kutleyên Erebî û Tirkmenî yên Civata Parêzgeha Kerkûkê û hejmareke perlemanter û serkirdeyên siyasî bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer kir.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û herwesa rewşa Kerkûkê û bizavên çarekirina pirsa pêkanîna hikûmeta xwecihî û hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û diyarkirina postên din ên îdarî yên Kerkûkê li hev guhertin.

Her di wê civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku, pêdivî ye çareserî li dû liberçavwergirtina mafê tevaya pêkhatên Kerkûkê û di xizmeta parastina seqamgirî û aramiya wî bajarî û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo welatiyan û vejandina Kerkûkê de be, ew jî di çarçoveya lihevkirin û yekdengiya niştîmanî de be.

Serok Barzanî û Xemîs Xencer