Duzgun Kaplan: Emê dikarin bo çareseriya pirsa kurd bibin hêzek bibandor

Diyarbekir (K24) – Hak Par û Hereketa Azadî biryar dan ku di bin banê Hak Parê de hêzên xwe bikin yek û li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê hem bo bidestxistina mafên neteweyî yên kurdan siyasetê bikin û hem jî wek siyasetek şûngir di hilbijartinên pêş de derbikevin pêş.

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) û Hereketa Azadî biryar dan ku bibin yek. HakPar û Hereketa Azadî yekbûna xwe bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin. Di daxuyaniya hatî xwendin de hat amajekirin ku ew di wê baweriyê de ne ku her kesê ku difikire pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û divê ev pirsgirêk li ser esasê wekheviyê bête çareserkirin û rêgezên xebata demokratîk qebûl dike, dikarin bi hev re tevbigerin. Siyasetmedarên Hak Parê balê dikêşin ku ew dikarin bo çareseriya pirsa kurd bibin hêzek bibandor.

Serokê Hak Parê Duzgun Kaplan ji K24ê re got: “Yên ser navê kurdan siyasetê dikin nikarin pirsa kurd çareser bikin, xizmeta çareseriya pirsa kurd nakin, dibe ku dewlet jî dixwaze hêzek altenatîf derbikeve holê, ji ber wê em bawer in ku emê bikaribin bibin alternatif.”

Rêveberên Hereketa Azadî jî anîn zimên ku Kadroyên Kurd ên welatparêz, dikarin dest bidin hev û pêkve bixebitin Ji bo ku tundiyê ji jiyana civakî derbixin, Ji bo ku Nasnameya Kurd di Destûra Bingehîn de cih bigire Ji bo ku gelê Kurd li erdnîgariya ku piraniya nifûsa xwe pêk tîne, yanî li Kurdistanê, bi dewleteke federal xwe bi rê ve bibe.

Sekreterê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî got: “Ji ber ku em herdu partî û hereket jî derbarê çareseriya pirsa kurd  û berjewendiyên neteweya kurd de wek hev difikirin êdî ne pêwîst e ku em ji hev cuda bin. Bêşert û merc û bêbendewarî û bêqaprîs em bun yek. Em dixwazin bo partiyên din jî bibe mînak.”

Hereketa Azadî beşdarî Hak Parê bû û niha nexşerêya Hak Parê ew e ku serdana partiyên din ên kurdistanî bike da ku yekîtiyê berfirehtir bike, Hak Par dixwaze êdî li Bakurê Kurdistanê siyasetek bibandor bike.