36 saliya Enfala Behdînan li Dihokê hat libîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna kesûkarên wan, bîranîna 36 saliya Enfala Behdînan li Dihokê hat kirin. Ew piroseya bednav a rijêma Beis a heriftî li dijî xelkê Kurdistanê li Germiyan û Behdînan û Barzan pêxemetî qirkirina miletekî bê cudahî hat kirin.

Bi çavdêriya Parêzgerê Dihokê Elî Teter û amadebûna Berpirsê Rêkxistinê yê PDKê li Parêzgeha Dihokê Serbest Lezgîn, Berpirsê Liqa Yekê ya PDKê li Dihokê Newzad Ebdula û herwesa Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan û Kesûkarên Şehîd û Enfalkiriyan, îro (Yekşem, 25.08.2024) Bîranîna 36 saliya Enfala Behdînan li Hola Konferansan a Parêzgeha Dihokê hat kirin.

Di wê bîranînê de, Birêvebera Giştî ya Şehîd û Enfalkiriya li Parêzgeha Dihokê Jiyan Mistefa di gotara destpêkê de amaje da wê tawana çepel a rijêma Beis a heriftî, ku berî 36 salan di derhqa xelkê Behdînan ê bêtawan de hat kirin.

Paşî Parêzgerê Dihokê Elî Teter amaje da ku, Enfala Behdînan û her heft qonaxên pêtir ên Enfalê tawaneke mezin a rijêma Beis a nemayî bû li dijî xelkê Kurdistanê.

Elî Teter daxwaz jî kir ku hikûmeta niha ya Îraqê kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike û rufatên Enfalkiriyên din jî bibîne ku heta niha nehatine dîtin.

Parêzgerê Dihokê herwesa eşkere kir ku, ew li ser daxwaza malbat û kesûkarên Enfalkiriyan mozexaneyeke niştîmanî ji bo tawana Enfalê çê dikin.

Paştir filmekî dokumentarî li ser tawanên Enfalan nîşa kesên amadebûyî hat dan û 36 mom hatin hilkirin, tevî wê jî kitêba nivîser Xalid Badî ya li ser Enfalê li ser kesûkarên Enfalkiriyan hat parvekirin.