Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo mamostayên wanebêj: Ez şanaziyê bi we dibim

K24 naveroka danûstandinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi nûnerên mamostayên wanebêj re parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşwazîkirina nûnerên mamostayên wanebêj de biryar da ku hemî mamostayên wanebêj bibin girêbest, herwesa spasiya mamosta û wanebêjan kir ku, tevî rewşa giran a darayî dest bernedane û berdewamî daye erk û peyama xwe ya pîroz û berpirsyarîtiya xwe bi cih aniye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 25.08.2024) bi amadebûna Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd pêşwaziya hejmareke nûnerên mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistanê kir û biryar da tevaya wanebêjan li ser dahata navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin girêbest, ku hejmara wan nêzî 38 hezar kesan e.

Di wê civînê de, mamostayên wanebêj dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re diyar kir û tekez kir ku nîşana xemxwerî û dilsoziya wan e ji bo kertê Perwerdeyê û herdem piştevaniya mamostayan û piroseya xwandinê kiriye û daxwaz jî kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendiyê bide ku ew bibin girêbest.

Piştî guhdarîkirina gotin û daxwaziyên nûnerên mamostayên wanebêj, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da, “Herêma Kurdistanê ji wê rêjeya damezrandinê bêpar bûye, ya ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve li ser hemî deverên Îraqê hatiye parvekirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Hin kes li Bexdayê bizavê ji bo birsîkirina xelkê Kurdistanê dikin û Hikûmeta Îraqê pal didin ku mûçeyan neşînin û tên Kurdistanê jî bizavê ji bo livandina mamostayan û welatiyan dikin ji bo ku gazinan bikin, tevî ku yên ku nanê xelkê Kurdistanê dibirin hin kesên din in, lê rexne û gazinan arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotinên xwe deamaje da, “Ew tên nerazîbûna xwe diyar dikin û wê daxwazê jî ji xelkî dikin ku nerazî bin, lê nayên sedeman diyar bikin û gazin û nerazîbûna xwe arasteyî wî alî bikin ê ku bûye sedema birîna nanê wî xelkî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Sedema wê yekê ku heta niha nekariye wekî wan dixwast xizmetê bikin ji ber girêdana destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye ji wan îmkanan ên ku heqê mamosta û welatiyan bûn, Hikûmeta Îraqê nehiştiye bi awayekî dadperwerane mafên xelkê Herêma Kurdistanê bê dan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Daxwaz ji mamostayan tê kirin ku xwenîşandanan bikin. Xwenîşandan mafekî xwezayî yê her welatiyekî ye ku nerazî be an bixwaze hestê xwe bi xwenîşandanê diyar bike, lê xwezî sedem hatiban diyarkirin û arasteyê peyaman ji bo wan aliyan ba yê ku li beranberî xelkê Herêma Kurdistanê tawanbar in, ne ku bên xelkê Kurdistanê birsî bikin û paştir jî em her gazinan ji xwe bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser helwesta mamosta û wanebêjan di berdewambûna li ser dersdanê got, “Xweragirî û serederî û lêborîna we dersek e, divê xwendekar jê fêr bibin.”

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesna rol û bandora mamostayên wanebêj di biserxistina piroseya wandinê de kir û got, “Divê ew hemî li ber çavan bên wergirtin û daxwazî bên bicihanîn, lewma hemî mamostayên wanebêj dê bibin girêbest. Ev jî mizgîniyek e ji bo hemî mamostayên wanebêj û heqê we ye û minet tê de nîne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrastî da mamostayên wanebêj ku li ser piştevaniya wan berdewam dibe, herwesa daxwaz jî jê kir ku li ser xweragirî û nirxên pîroz berdewam bin ku li ser perwerde bûne, wesa jî xwendekar û zarokan perwerde bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji mamostayên wanebêj re got, “Ez şanaziyê bi we dikim ku hûn berdewam bûn û we erk û pîşeya xwe bi berpirsyarîtî wergirt û we xema zarok û xwendekaran di ser xema xwe de dana.”