Rojhilatê Kurdistanê peyama parastina jîngehê dubare dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê û bi beşdariya hejmareke mezin ji xelkê Merîwanê û jîngehparêzên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, şehîdên jîngehparêziyê yên Merîwanê bibîr anîn.

Şerîf Bajwer û Umêd Konepoşî, du çalakvanên jîngehparêz û endamên sereke yên Encumena Kesk a Çiyayê Merîwanê ne, 6 sal berê dema ku agir bi daristana Merîwanê vedimirandin, bi awayekî guman canê xwe ji dest dan û di nava agir de şewitîn.

Ji wê demê û heta niha ji aliyê welatiyên Merîwanê ve navê şehîdên jîngehparêziyê li wan hatiye dayîn û her sal ew li ser mezargeha xwe tên bibîranîn.

Yek ji beşdaran got: “Bi giştî merasîma bîranînê peyamek bû, ji bo bigihe guhê wan kesên ku dijminên jîngehê ne, da ku bizanibin ku welatî ji wêranî û xirabiya li dijî jîngehê ne bêagdarî ne.”

Çalakvaneke din a jin li Rojhilatê Kurdistanê jî got: “Ev salveger, peyama yekrêzî û hevahengiyê ye ji bo parastina jîngeha çiyayên Zagros û tevahiya Kurdistanê.”

Jîngehparêzên Merîwan û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê kulîlk danîn ser gorên şehîdên jîngehparêziyê û soza berdewamkirina rêya wan a parastina jîngeha Kurdistanê dan.

Îsal zaneyên olî yên herêmê jî beşdarî merasîmê bûn û behsa pêwîstiya yekrêziya Kurdan û ew metirsiyên ku 100 sal in li ser Kurdan, xak û jîngeha Kurdistanê hene, kirin.

Ev her du şehîdên jîngehparêz, salek beriya şehîdbûna xwe û di dema erdheja parêzgeha Kirmaşanê de, bi roleke berçav rabûn di alîkariya mexdûrên vê parêzgehê de kirin. Bi vê boneyê jî, komek ji tembûrsazên parêzgeha Kirmaşanê ku peyrewên ola Yarsan in, di merasima îsal a şehîdên jîngehparêziyê de beşdar bûn û bi tembûran û mûzîka resen a Kurdî, şehîd bi bîr anîn.