Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî û Klaus Streicher
Mesrûr Barzanî û Klaus Streicher

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê dike, pê re jî heza zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera her du aliyan tekez dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 26.08.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber peywendiyên dostane û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê û hikûmet û gelê Almanyayê kir, herwesa heza zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî tekez kir.

Konsulê Giştî yê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve rêz û hurmetên xwe ji bo piştgirî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulxaneyê re diyar kirin.

Konsulê Giştî yê Almanyayê herwesa berheviya welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de diyar kir.