Peyamnêrê K24ê: Hejmareke tankerên sotemeniyan li Deriyê Perwêzxanê teqîn, qurbanî hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ragehand, “Berî demeke kêm hejmareke zêde ya tankerên veguhastina sotemeniyan li Deriyê Navdewletî yê Perwêzxanê teqîn û şewitîn.”

Li dû zanyarên destpêkî, ji verêja wê teqînê û şewitîna wan tankeran qurbanî hene û ji Kelar û Kirmanşanê erebeyên hawarhatinê ber bi cihê wê rûdanê diçin.

Peyamnêrê K24ê herwesa ragehand, “Heta niha sedema teqîn û şewitîna wan tankeran nehatiye zanîn û Tîmên Bergiriya Şaristanî û erebeyên hawarhatinê ber bi cihê wê rûdanê diçin, ji bo kontirolkirina wî agirî û rizgarkirina birîndaran.”