Birêveberê Deriyê Perwêzxanê: Livîna bazirganî li Deriyê Perwêzxanê ranaweste

Tîmên Agirvemirandinê ku agirê Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê kontirol kir
Tîmên Agirvemirandinê ku agirê Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê kontirol kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî du seetan ji şewata çend barhilgirên sotemeniyê li Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê, Tîmên Bergiriya Şaristanî yên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bi hevparî ew agir kontriol kir. Birêveberê Deriyê Perwêzxanê dibêje, “Livîna bazirganî li Deriyê Perwêzxanê ranaweste.”

Îro (Duşem, 26.08.2024) li meydana rawestandina barhilgirên sotemeniyê li Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê, şewatek çê bû û 17 barhilgirên sotemeniyê şewitîn. Ji verêja wê şewatê, şofêrek mir û 17 kes jî birîndar bûn.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê Celal Şêx Nûrî ji K24ê re ragehand, “Li meydana rawestandina barhilgirên sotemeniyê li Deriyê Sinorî yê Perwêzxanê, şewatek çê bû û bû sedema şewitîna 17 tankeran, mirina şofêrekî û birîndarbûna 17 kesan.”

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê spasiya Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Komara Îslamî ya Îranê kir, ku tevlî kontirolkirina wî agirî bûn.

Birêveberê Deriyê Perwêzxanê Ebas Îsmaîl jî got, “Me lijneyeke lêkolînê ji bo zanîna sedemên wê şewatê û zirarên wê pêk aniye.” Herwesa got, “Livîna bazirganî ranaweste”. Eşkere jî kir, “Ew şofêrê ku di wê şewatê de mir xelkê Mûsilê ye.”

Birêveberê Bergiriya Şaristanî ya Germiyanê Hawkat Mufîd Mihemed jî got, “Tevaya tîmên me bi hevpariya Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Komara Îslamî ya Îranê tevlî vemirandina wî agirî bûn.”