Sûdanî ber bi Misir û Tûnisê bi rê ket

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li serê sibeha îro (Sêşem, 27.08.2024) bi serdaneke fermî ber bi Misir û Tûnisê bi rê ket.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê di ragehandineke kurt de amaje da ku, serdana Sûdanî ji bo her du komarên Misir û Tûnisê serdaneke fermî ye, bê ku çi hûrkariyekê li ser ecêndaya wê serdanê ron bike.

Wezîrê Derve yê Tûnisê Nebîl Emar li roja 11ê Gulana îsal bi serokatiya şandeke welatê xwe serdana Bexdayê kiribû û tevlî 17 korsên lijneya karê hevpar ê Îraq - Tûnisê bûbû, ku ji bo dema sê rojan civîn li Bexdayê berdewam bûbûn û 18 yadaştnameyên hevfêmkirinê di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Tûnisê de hatibûn îmzakirin.

Di çarçoveya wê civînê de, Wezîrê Derve yê Tûnisê nameya vexwandinê ya Serokkomarê Tûnisê Qeys Sieyd û Serokwezîrê Tûnisê Ehmed Heşanî gehandibû Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo ku serdana welatê wî bike.

Herwesa Serokwezîrê Îraqê li nîva Hezîrana sala borî serdana Qahîreyê kiribû û bi Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî re 11 yadaştnameyên hevfêmkirinê îmza kiribûn, ku kertê bankan, pirojeyên navincî û biçûk, bazirganî û pîşesazî, pêşxistina şiyanên diplomatî û kertê geştyariyê û çend warên din vedigirin.