Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakistanê dike

Mesrûr Barzanî û Mihemed Zîşan Ehmed
Mesrûr Barzanî û Mihemed Zîşan Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Pakistanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 27.08.2024) pêşwaziya Balyozê Pakistanê Mihemed Zîşan Ehmed kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhat û pêşveçûnên Îraqê û giringiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Pakistanê li hev guhertin.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa revenda Pakistanî li Herêma Kurdistanê û derfetên vekirina Konsulxaneya Pakistanê li Herêma Kurdistanê li paşerojê hatin kirin.