Berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li Zaxoyê hat danan

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi gojimê zêdetirî şeş milyar dînaran, berê binyatî ji bo çend pirojeyan li sinorê qezaya Batîfa û nahyeya Bêgova li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat danan.

Îro (Çarşem, 28.08.2024) li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo berê binyatî ji bo çend pirojeyan li qezaya Batîfa û nahyeya Bêgova hat danan.

Ew piroje bi gojimê şeş milyar û 898 milyon dînaran û ji aliyê kompaniya Nûr Miçolî ve tên bicihanîn.

Pirojeyên nahyeya Bêgova ev in:

-        Çêkirina Deriyê Nahyeya Bêgova

-        Nûjenkirina meydan û avahiyê werziş û lawan li nahyeya Bêgova

-        Qîrkirina cadeya gundê Sûriyê - Şêlanê

Pirojeyên qezaya Batîfa ev in:

-        Nûjenkirina rêya Tawkê - Xirabbabkê - Govkê - Dukerê bi dirêjahiya 35 klîometran