Li Qamişlo dayikek û kurê wê di êrîşeke Tirkiyeyê de şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana droneke artêşa Tirkiyeyê li ser bajarê Qamişlo de, dayikek û kurê wê şehîd bûn.

Medyaya Rêveberiya Xweser belav kir, droneke Tirkiyeyê îro di demjimêrên nîvro de, otomobîlek li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û geraca otobusan a taxa Enteriye ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. 

Diyar kir jî, di encama bombebaranê de dayika bi navê Xalide Mihemed Şerif a 45 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî şehîd bûn. 

Ji destpêka îsal ve, Tirkiyeyê 94 caran deverên Rojavayê Kurdistanê û deverên HSDê kirine armanc û di encamê de 29 sivîl û şervanên HSDê hatine kuştin.