Barcelona li Amerîkayê bi ser Real Madrîdê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd, şampiyona Lîga Îspanya û Lîga Şampiyonan a Ewropayê, di lîstikeke dostane de li Amerîkayê li hemberê hevrika xwe ya dîrokî Barcelonayê bi encama (1 - 2) têk çû.

Di çarçoveya amadekariyên her du tîman bo werza nû ya 2024-2025an de, roja Yekşemê lîstikeke dostane di navbera Real Madîrd û Barcelonayê de li stadyûma MatLife ya New Jersey ya Amerîkayê hat kirin.

Barcelona bi giştî baştirîn bû û bi encama (2 - 1) li hember hevrika xwe Real Madrîd biser ket.  

Golên Barcelonayê di xulekên (42 û 54) bi rêya Pa Victor hatin tomarkirin, Nîco Paz jî di xuleka (82) de gola tekane ya Madrîdê tomar kir.