Amedspor li Yarîgeha Diyarbekirê Bolusporê dike mêhvan

Diyarbekir (K24) – Amedsporê bi rêveber û rahênerê xwe re civîna çapemeniyê ya mehane li dar xist. Di civînê de hat amajekirin ku dê heta navbera lîgê Amedspor transferan neke û derbarê yarîgeha Diyarbekir de jî hat amajekirin ku venêrînên yarîgehê baş nayên kirin, lê dîsa jî dê vê hefteyê Amedspor di mala xwe de bileyîze.

Amedsporê bi beşdariya Cîgirê Serokê Amedsporê Baran Dûrmaz, Rahêner Ersûn Yanal, Sekreter Faysal Tosûn, Rêveberê Karên Hiquqî Mûhammed Neşet Gîrasûn û berpirsê ragihandinê Bekîr Guneş civîna çapemeniyê ya mehane li dar xist.

Di civînê de li ser pirsa Rahêner Ersun Yanal da zanîn ku heta navbera lîgê ewê bi tîma destê xwe de berdewam bin û tarnsferek nû nakin. Ersun Yanal amaje kir ku ew ji xwe bawer in û dê heta dawiyê jî di nava pêşbaziyê de cih bigirin.

Derbarê rewşa Yarîgeha Diyarbekir de jî hat amajekirin ku kompaniya venêrîna yarîgehê dike bi awayeke baş nake û tevî hemû pirsgirêkan dê vê heftiyê Amedspor yariya bi Bolûsporê re di mala xwe de bileyîze.

Amedsporê dê 21ê îlonê demjimêr 19.00ê di Yarîgeha Diyarbekirê de Bolûsporê bike mêhvan.

Amedspor piştî 5 hefteyan di Lîga Yekem de di rêza 5. de ye û pûanê wê jî 5 e.

Amedsporê heta niha ji ber pirsgirêkên yarîgehê  yariyek tenê di mala xwe de leyîstiye.