Lehengê Kurd a taekwondoyê bû şampiyonê Olîmpiyata 2024 a Parîsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Werzişvanê ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Arîn Selîmî mîdalaya zêrîn a Olîmpiyata 2024an a Parîsê di werzişa tekwando ya giraniya +80 kg bidest xist.

Arîn Selîmî yê 20-salî di fînalê de rûbirûyî werzişvanê Brîtanî Kaiden Cunningham bû û biser ket.

Arîn Selîmî tevî di nîvfînalê de ku bi giranî ji tiliya xwe de birîndar bû, lê ji fînalê derneket.

Arîn Selîmî di yekem pêşbirka xwe ya li Olîmpiyata Parîsê de, biser Nîkîta Rafalovîç yê ji Uzbekistanê ket, di pêşbirka duyem jî li hember Carlos Sanceres ê ji Meksîkayê û şampiyonê cîhanê yê sala 2022an bi ser ket.

Îranê bi çar werzişvanîn tekwandoyê beşdarî Olîmpiyata Parîsê bû û her çaran jî mîdalya bi dest xistin. Yek zêr, 2 zîv û yek bironz jî destkeftên van werzişkaran bûn.

Tîma werzîşê ya Îranê niha bi sê mîdalyayên zêr, pênc zîv û du bironz, di pileya 22an a tabloya medalyayan de ye.