Qehremanekî Kurd şerê bidestxistina medalyaya zêrî dike

Dema serkeftina Sebah Şerîetî
Dema serkeftina Sebah Şerîetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Qehremanekî Kurd derbazî qonaxa berî dawiyê ya yariya zoranbaziya olimpîka Parîsê bû û xebatê ji bo bidestxistina medalyaya zêrî dike.

Sebah Şerîetî li qonaxa çaryeka dawiyê ya olimpîka Parîsê ji bo yariya zoranbaziyê ji hevrikê xwe yê Kazagistanî bir û derbazî qonaxa berî dawiyê bû, li wê qonaxa rûbirûyî zoranbazekî dibe ku çar caran bûye qehremanê olimpîkê.

Zoranbazê Kurd xelkê Sineya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji bo hilbijartiyê Azerbaycanê yariyê dike, ev cara duyê ye ku tevlî vê qehremaniyê dibe û pêştir li olimpîka Riyo Dî Caniyêroyê li sala 2016ê medalyaya bronzî biribû.

Sebah Şerîetî bi kincên Kurdî

 

Sebah Şerîetî ji sala 2013ê ve çûye hilbijartiyê Azerbaycanê û bi navê wî welatî tevlî qehremaniyên cîhanî dibe û çend medalyayên cuda cuda bi dest xistine.

Medalyayên ku Sebah Şerîetî di yariya zoranbaziyê de bidest xistine ev in:

-        Medalyaya bronzî ya olimpîka Riyo Dî Caniyêro li sala 2016ê

-        Medalyaya zîvî li cama cîhanî ya Bakoyê li sala 2015ê

-        Medalyaya bronzî li qehremaniya Mêniskê li sala 2018ê

-        Medalyaya zîvî li qehremaniya Ewropayê li Zagrêbê li sala 2023ê