Ji Diyarbekirê her heftê 5 bijîşk bo kar diçin derveyî welat

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Jûra Bijîşkên Diyarbekirê dibêje, tenê ji Diyarbekirê her hefte pênc Bijîşkên ciwan berê xwe didin welatên Ewropayê.

Serokê Jûra Bijîşkên Diyarbekirê Weysî Ulgen ragihand, tenê ji Diyarbekirê her hefte 4-5 bijîşkên genc bo kar diçin derveyî welat.

Ulgen dibêje, take sedemê çûna bijîşkên genc ne aborî ye, bijîşk êdî nikarin weke pêwîst karê xwe bikin.

Ulgen her wiha got, pirsgirêkan tundûtûjiya di nexweşxaneyan de nehatiye çareserkirin ku ev yek jî bandor li karê wan dike û da zanîn, mercên zehmet yên kar û dahata kêm û nebûna ewlekariyê dibe sedemê koça bijîşkan.