Li Dihokê kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke penceşêrê û navendeke gurçikan hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) –  Li Dihokê kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 160 nivînî ya nexweşên penceşêrê û navendeke gurçika sûnî hat danîn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, Wezîrê Tendirustiyê Saman Barzanî û Parêzgarê Duhokê Elî Tatar, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Tendirustiyê Kawa Xelîl û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Dihokê Efrasiyab Mûsa, kevirê bingehîn ê nexweşxaneyeke 160 nivînî ji bo nexweşên penceşêrê danîn.

Li gorî daxuyaniyê, nexweşxane dê bi şêweyekî nûjen û pêşketî ji bo dermankirina nexweşiyên penceşêrê, neştergerî û xizmetguzarî ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê li Dihokê were avakirin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Tendirustiyê û Parêzgarê Dihokê kevirê bingehîn ê projeya avakirina navendeke gurçikên sûnî li parêzgeha Dihokê danîn.

Wezareta Tendirustiyê amaje bi wê kir, navenda gurçikên sûnî dê li Dihokê bi qebareya 60 nivînan bê avakirin.

Pêştir Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Dihokê Dr.Efrasiyab Mûsa ji K24ê re gotibû, “Armanca wan ew e xizmetguzariyên tendirustiyê berfireh bikin, ta ku nexweş neçar nebin biçin bajarên din.”