Li Semsûrê hîn jî Nexweşxaneya Jinan û Zayînê neketiye xızmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Sendîkeya Kedkarên Tandirustiyê ya Şaxa Semsurê ve hat ragihandin ku piştî erdhejê, Nexweşxaneya Jinan û Zayînê hîn jî nehatiye temamkirin û ev yek mexduriyeteke mezin li Semsurê derdixe holê.

Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tandirustiyê ya Şaxa Semsurê Îbrahîm Halîl Aydin bi daxuyaniyek çapemeniyê da zanîn ji ber ku Nexweşxaneya Jinan û Zayînê ya Semsurê hîn neketiye xizmetê li Semsurê vî warî de mexduriyetek mezin derketiye holê.

 Îbrahîm Halîl Aydin dide zanîn ku navendek a tendirustiya malbatî rûxiya, 8 navendên tendirustiya malbatî jî xusarek mezin dîtin, Nexweşxaneya Jinan û Zayînê xusarek mezin dît, Fakulteya Diranan xusarek mezin dît, Avahiya Gerînendehiya Tendirustiya Bajêr ruxiya.

Ji ber vê rewşê jî xizmetên Nexweşxaneya Jinan û Zayînê di nava beşek ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsurê de tê dayîn.

Îbrahîm Halîl Aydin balê dikêşe ku beriya erdhejê Nexweşxaneyek a Jinan û Zayînê hatibu çêkirin û biryar bû ku di dawiya sala 2023yan de vekirina wê bihata kirin lê bo adarê hat taloqkirin û niha jî behsa îlonê tê kirin ku di warê nexweşiyên jinan û zayînê de û di warê nexweşiyên zarokan de barê Semsurê giran e û divê demildest Nexweşxaneya Jinan, Zayîn û Nexweşînên Zarokan bikeve xizmetê de.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku Nexweşxaneyên ku beriya erdhejê dest bi çêkirina wan hatibu kirin jî hîn temam nebune û divê rayedar lezê bidin vê proseyê da ku welatî mexduriyeteke zêdetir nejîn.

Di erdhejên 6ê sibatê de li Semsurê 1485 avahî ruxiyan, 6108 avahiyan jî xusarek mezin dîtin û wek avahiyên ku divê demildest werin ruxandin hatin tomarkirin.

Di erdhejê 6ê Sibata 2023yan de 8387 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn.