Serokê Amedsporê: Bila alîgirên me piştgirî û alîkariya me bikin

Diyarbekir (K24) – Rayedaran Amedsporê bang li raya giştî kir ku pêdiviya wan bi piştgiriya maddî û manewî heye û hat amajekirin ku ji bo Amedspor derkeve Lîga Super a Tirkiyeyê, çi ji deste wan tê dikin.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî û Rahênanê Amedsporê Ersûn Yanal bi hev re civînek çapemeniyê li dar xistin û bang li alîgirên Amedsporê kirin û amaje kirin ku pêdiviya Amedsporê bi piştgirî û alîkariya alîgiran heye.

Rahênanê Amedsporê Ersun Yanal amaje kir, ji bo ku derkevin Lîga Super çi ji destê wan were ewê bikin û bal kêşand ku pêkan e bi rêya amedsporê çîroka biratiyê were nivîsîn û her wiha da zanîn, ewê dernekevin derveyî futbolê û dê guh nedin provakasyonan.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldi jî bang li alîgiran kir ku di yariya roja duşemê demjimêr 21.00ê li Diyarbekir  bi Îstanbulsporê re were lîstin de yarîgehê tije bikin .

Elaldi amaje kir ku dê Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê Îbrahîm Haciîsmaîloglu jî li yariya temaşe bike û ji ber wê dê helwest û peyamên Diyarbekir ên wê rojê gelek girîng bin.

Azîz Elaldî da zanîn dê transferên Amedsporê berdewam bin û li ser kêmasî û pêdiviyên tîmê jî lêkolîn û nirxandinên wan didomin, Elaldi got wî serdana gelek tîmên Ewropayê jî kiriye û dîtiye ku Amedspor li Ewropayê jî navdar e û tê nasîn.