Li parêzgeha Dihokê 5 projeyên girîng ên tenduristiyê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistan Dr. Serkar Sûrçî ragihand, li parêzgeha Dihokê 5 projeyên girîng ketine warê cîbicîkirinê.

Dr. Serkar Sûrçî got, roja 19ê Tebaxê, 5 projeyên sitratejîk li li sînorê parêzgeha Dihokê dikevin warê cîbicîkirinê. Ew jî danîna kevirê bingehîn ji bo sê projeyên tenduristiyê û vekirina du navendên bijîşkî ne.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ragihand, projeya yekem danîna kevirê bingehîn a navenda şuştina gurçikan li Dihokê û navenda şuştina gurçikan li qezaya Akrê ye.

Herwiha behsa projeya duyem jî kiriye ku danîna kevirê bingehîn yê projeya çavdêriya tendirustiya zarokên ku zû jidayîkbûyî li nexwaşxaneya jidayîkbûnê li bajarê Dihokê ye.

Herwiha danîna kevirê bingehîn ê nûjenkirin û guhertinên Nexweşxaneya Lezgîn a kevin a Dihokê ji bo dermankirina nexweşiyên penceşêrê.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê vekirina navenda tendirustiyê ya Azadî li Domîz tîpa A û navenda dermankirina şekir û endokrîn ragihand.